Rûsya: Di operasyonên Sûriyeyê de 28 hezar terorîst hatin kuştin!

Rûsya: Di operasyonên Sûriyeyê de 28 hezar terorîst hatin kuştin!

11:19:08

 

Rojava News: Cîgirê Sekreterê Konseya Ewlehî ya Rûsyayê Yevgeniy Lukyanov ragihand ku hetanî îro di operasyonên Sûriyeyê de 28 hezar terorîst hatin kuştin.

Cîgirê Sekreterê Konseya Ewlehî ya Rûsyayê Yevgeniy Lukyanov ragihand ku hetanî îro di operasyonên Sûriyeyê de 28 hezar terorîstên endamên rêxistina DAIŞ û El Nûsrayê hatin kuştin.

Cîgirê Sekreterê Konseya Ewlehî ya Rûsyayê Yevgeniy Lukyanov li paytextê Çeçenîstanê li Grozniyê piştî konferansa ewlehî ya navneteweyî di civîna çapemenî de bersivên rojnamevanan da û got:'Li gorî texmînên me ji 30ê Îlonê ku operasyon dest pe kir derdora 80 hezar milîtan hebûn û heta niha nêzî 28 hezar terorîst hatin kuştin. Di vir de keda artêşa Sûriyeyê jî heye.

Yevgeniy Lukyanov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Her wiha di operasyonên hêza koalisyona hevpeyman a di pêşengiya Amerîkayê de derdora 5 hezar milîtanên terorîst kuştine.'