DAIŞ gihîşte Îsraîl`ê jî

DAIŞ gihîşte Îsraîl`ê jî

Rojava News: Rojnameya Îsraîlî Yedî`ût Ehronot belav kiriye ku, 3 endamên grûpeke ser bi Rêxistina Dewleta Îslamî DAİŞê li nav Îsraîl`ê hatine desteserkirin ku wan pîlanek bo encamdana kirdarên terorîstî danabûn.

Amaje bi wê yekê kiriye ku, her yek ji Ehmed Şihade yê 22 salî,Mihemed Feryaz Ebdulqadir Ziro yê 21 salî û Qusey Îbrahîm Zîb yê 23 salî ku akinciyên bajarê El Xelîl ya Filistîn`ê ne û ser bi   Dewleta Îslamî ne hatine desteserkirin ‌.

Her weha aşkere kir ku, wan her sê kesan danpêdan kirin ku, wan pîlanek bo hêrişkirina ser serbazên Artêşa Îsraîl`ê û çend cihên din dariştibine.

Di lêkolînê de Şihade got:Ew du kesên din mijûlî pêkanîna grûpeke ser bi Dewleta Îslamî bûn bo encamdana kirdarên terorîstî.

Navbirî got: Min digel Qusey çend bombeyên çandî dirust kiriye  ku me yek ji wan arasteya hêzên ewlekariya Îsraîl`ê kiriye lê neteqiyaye.