Rojava News: Alîkarê serokêewlekariya giştî ya Dubey Dahî Xelfan Temîm ragihand ku Selahedînê Kurdî yê nû wê bikare DAIŞ bişkîne û derbike , her weha teqez dike ku reva wan ji qadên şer jî nêzîk bûye.
Dahî Xelfan li ser lapera xwe di twitterê de nivîsiye: Wêneyên serkirdeyên DAIŞ liba xwe hilînin, dema reva wan ji qadên şer nêzîk bûye û bal dikşîne ku haya wan ji balafirxaneyên dewletên erebî û derwazeyên sînorî hebin. Ewê rûyê xwe biguherin û seê xwe çê bikin û rihên xwe jî biqusînin û hin ji wan jî dê cilên jinan liber bikin û dê birevin.
Xelfan got: Piraniya ew kesên ku birevin dê berê xwe bidin Tirkiyê jiber ku DAIŞ li wir hene û li bajarên Tirkiyê ji xwe re digerin û her kes wan bi çav dibîne.
Alîkarê serokê giştiyê polîsê Dubey, Dahî Xelfan gotiye: Yek ji Tirkiyê vegeriyaye û jêre gotiye ku DAIŞ li Tirkiyê alên xwe hil didin û kesek ji wan re tiştekî nabêje. Tirkiyê DAIŞ`an diparêze lê dawiya wan (DAIŞ) nêzîk bûye.
Li dawiya nivîsa xwe Xelfan teqez dike û dibêje: Selahedînê Kurdî yê nû wê DAIŞ`an bişkînin û ewê bera wan bidin.
