11:43:19
Rojava News: Li gorî ajansa nûçeyan a Rûs (RIA), Wezîrê Derve Sergey Lavrov doh got: "Ev rewş [hebûna hêzên Tirk li Iraqê] bi hîç şêweyî nayê qebûlkirin."
Tirkiyê par Çileya Pêşî herî kêm 150 leşker û 25 tank şandibûn devera Başîk, li Başûrê Kurdistanê û ev yek jî bûbû sedema bertekên tund ji Iraq, Îran û Rûsyayê.
Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê jî wê demê hişyarî dabû Tirkiyê ku hebûna hêzên wê yên leşkerî bêy razîbûna Bexdayê binpêkirina serweriya Iraqê ye û Serok Barack Obama di peywendiyeke telefonî de ji Serokomar Tayyip Erdogan xwestibû ku hêzên xwe vekişîne.
Lavrov rexne li Ewrûpa û Amerîkayê girt ku berteka pêwîst nîşanî Tirkiyê nadin û got: "Wekî prensîp, ez bawer im divê hevkarên me yên rojavayî bêhtir bala xwe bidinê ka Tirk çi dikin."
Wezîrê Derve, Lavrov meha Adarê jî gotibû wan delîl hene ku hêzên Tirk ketine nav xaka Sûriyê.
Peywendiyên her du welatan ji wê dema par ve ku Tirkiyê firokeyeke şer a Rûs li ser sînorê Sûriyê bi hênceta ku sînor bezandiye anî xwarê, têk çûne.
PKK beriya du heftiyan koptereke Tirk li Hekariyê bi roketekê anîbû xwarê. Erdogan çendek roj berê gotibû roketên PKK bikar tîne, malê Rûsî ne.
Li ser vê yekê, duh Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ji Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan daxwaza delîlan kiribû ku Rûsyayê roket dabine PKK.
