Heta niha 14 çekdarên Hollandî yên DAIŞê hatine kuştin

Heta niha 14 çekdarên Hollandî yên DAIŞê hatine kuştin

Rojava News: Hat zanîn, heta niha 14 çekdarên Hollandî yên DAIŞê hatine kuştin û 30 ji wan jî vegeriyane welatê xwe.

 

Li gorî agahiyan, 130 welatiyên Hollanda, ku piraniya wan ereb in lê li Hollandayê ji dayîk bûne, tevlî DAIŞê bûne.

 

Lê li gorî ajansên nûçeyan, heta niha 14 ji wan di şer de hatine kuştin, 30 jê jî ji nav rêxistinê reviyane û vegeriyane welatê xwe.

 

Li Hollandayê, tirsa bihêzbûna îslama radîkal pir zêde ye ji ber wê jî di heyama borî de Polîsê wî welatî dest bi operasyoneke berfireh li dijî wan kes û navendên ku welatî gij dikirin ji bo ku tevlî DAIŞê bibin.

Polîsê Hollanda her wiha bi tundî çavdêriya wan kesan dike ku ji Sûriye û Iraqê penaberî wî welatî bûne.