Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî hate guhertin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî hate guhertin

11:45:56

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, Kirstofer Carfer, wê şûna Steven Warin weke Berdevê fermî yê Hevpeymaniya Navdewletî kar bike.

Derbarê vê babetê Qunsulxaneya Amerîkayê li Bexda daxuyaniyek li ser malpera xwe ya Fêsbokê belav kir ku, di 30ê Gulana borî de Eqîd Steven Warin Berdevkê fermî yê Hevpeymaniya Navdewletî erkê xwe weke Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bi dawî anî.

Derbarê vê yekê Qunsulxaniya Amerîkayê sipasiyên xwe arasteyî Warin kirin, di heman demê de pêşwaziya Berdevkê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî Kirstofer Carfer kir.

Pişî dagîrkirina DAIŞê ji çend bajar û bajarokên Iraq û Sûriyê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî wê rêxistinê ji 60 welatan hate damezrandin.