Li Cezayîrê operasyona cihadîstan: Herî kêm 8 milîtan hatin kuştin

Li Cezayîrê operasyona cihadîstan: Herî kêm 8 milîtan hatin kuştin

12:31:32

 

Rojava News: Wezareta Parastinê ya Cezayîrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Gûelta Zarka ya ser bi wîlayeta Setîfê li hemberî milîtanên Îslamî operasyoneke leşkerî hat lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê di encama vê operasyona leşkerî de li herêma ku 350 kîlometro li rojhilatê paytextê Cezayîrê ye herî kêm 8 milîtan cihadîst hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de çek, cebilxane û êlekê bombeyan û gelek amûrên şer hatine bidestxistin.

Li Cezayîrê, di şerê navxweyî yê navbera salên 1991-2002an de herî kêm 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Îsal li hemberî komên Îslamî yên tund gelek operasyon hatin lidarxistin û di nava 6 mehên dawî de komên bîatê ji DAIŞê re jî di nav de, zêdeyî 100 milîtan hatin kuştin.