“McCain cihê Bexdadî ji Barzanî re aşkere kiriye”

“McCain cihê Bexdadî ji Barzanî re aşkere kiriye”

Rojava News: Senatorê amerîkî John McCain diyar kiriye ku, dezgeha istxbarata amerîkî CIA kêlî bi kêlî çavdêriya tevger û livîna Bexdadî diki

Di serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê, Senatorê Komarîxwaz John McCain cihê xelîfeyê DAIŞê ji Serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî re aşkere kiribû.


Medyaya Erebî îro, Duşemê, balevkirine ku, zanyariyên hûr li ser cihên mayîna xelkîfeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di dest Serokê Amerîka Barack Obama de ne, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kî ji wan zanyariyan agehdar e.


Li gor ku hatiye parvekirin, çavkaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku, Serokê Komîteya Bergiriyê di Kongressê Amerîka de John McCain di serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê, zanyarî li ser cihê Ebû Bekir Bexdadî radestî Barzanî kirine.


Herwiha çavkaniyê gtiye ku, McCain diyar kiriye ku, dezgeha istxbarata amerîkî CIA kêlî bi kêlî çavdêriya tevger û livîna Bexdadî dikin.


Ji aliyek din ve, medyaya Erebî li zarê çend çavkaniyan belavkiriye ku, Barack Obama pana kuştin Bexdadî û ji nav birina DAIŞê helgirtiye, heta berî helbijartinên Serokatya Amerîka, da wek karetekê di berjewendiya xwe û partiya xwe de li wan helbijartinan bikar bîne.


Çavkaniya ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku navê wî nehatiye aşkere kirin, daye zanîn ku, Barzanî ji McCain xwestiye ku Kurdan drûbixin ji hevrikiyê helbijartina serokatiya Amerîka, lê McCain ew daxwaza Barzanî red kiriye.