Lavrov daxwaz dike; alîkariyên ji Tirkiyeyê diçin Sûriyeyê rawestin

Lavrov daxwaz dike; alîkariyên ji Tirkiyeyê diçin Sûriyeyê rawestin

11:56:34

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hevpîşeyê xwe yê amerîkî John Kerryî re, bi telefonê axivî û got ku alîkariyên ku ji Tirkiyeyê di rêya sînorê vekirî re diçin ji terorîstên Sûriyeyê re, nayên pejirandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, "Kerry û Lavrovî derbarê ihtimala hevkariya dewletan li dijî terorê axivîn".

Lavrovî diyar kir ku divê hêzên dijî hikûmeta Sûriyeyê, ji deverên din kontrola beşê Sûriyeyê yê El-Qaîdeyê, El-Nusrayê derkevin. Herwiha wezîrê rûsî diyar kir ku El-Nusra ji xwe re wan dijberan bi kar tîne ta ku êrîşan pêk bîne".

Ji aliyekî din ve, Lavrovî careke din teqez kir ku alîkariyên ku ji aliyê Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin û diçin ji terorîstan re, nayên qebûlkirin.

Herwiha wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî sersaxî ji hevpîşeyê xwe yê amerîkî re xwest ji ber êrîşa ku duh li bareke hevzayendan li Orlandoyê pêk hatibû.