Hollande: ‘Pêwendiyên Esed û DAIŞê hene’

Hollande: ‘Pêwendiyên Esed û DAIŞê hene’

 

Rojava News: Serokomarê Fransa Françios Hollande got: “Sûriyê sala 2013an dema ku çekîm kimyewî bi kar dianî je ber ku me mudexale nekir ez poşman im.”

 

Hollande ji Radyoya France Inter re ragihand ku di şerê li dijî DAIŞê de, ew ti hevkariyê bi Beşar Esed re nake û got: “Dema tu bibe hevalbendê şeytên Xwedê dê alikariya te neke.”

 

Hollande çareke din tekez kir ku divê piştgiriya dijbereya Sûriyê ya lîberal li dijî DAIŞê bê kirin.

 

Serokomarê Fransa Hollande herwiha got “Sûriyê sala 2013an dema ku çekîm kimyewî bi kar dianî je ber ku me mudexale nekir ez poşman im. Di wê demê de me destêwerdana leşkerî ne kir û di encamê de rêxistina DAIŞê li wê derê rû da. Niha em pewemdiyên Esed û DAIŞê nirxînin.”

 

François Hollande anî ziman ku Îran ji bo aramiya li Iraq û Sûriyê hevalbendek girîng e.

 

Hollande got divê Ewrûpa li hemberî penaberên ji Sûriyê tên sînorê xwe biparez e û da zanîn ku li Almanya û Swdê ji Fransa zêdetir welatiyên Sûriyê hene.