11:21:56
Rojava News: Hikumeta Nîjeryayê ragihand ku 20 jê zarok 34 penaber li nêzî sînorê Cezayîrê li Çola Sahrayê bi mirî hatin dîtin. Li gorî daxuyaniya hikumetê, penaber li bajarokê çolê yê Assamakkayê hatin dîtin.
Li gorî nûçeya BBC Tirkî ku sparte Wezîrê Navxweyî yê Nîjeryayê Bazoum Muhammed û ragihand ku dibe qaçaxçiyan ew terikandibin û paşî ji bêavî ew penaber miribin. Efrîqiya Sehraya Jêre Nîjerya û dewletên Ewropa di nava derbasgehên berbiçav de ne.
Wezîrê Navxweyî yê Nîjaryayê Bazoum Muhammed di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava penaberên ku hatine dîtin de 9 jê jin, 5 jê mêr û 20 zarok di navbera 6-12ê Hezîranê de ji bêavî jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku ji qurbaniyan du jê nîjerî ne, lê netewa yên mayî nehat hînbûn. Li gorî doneyên Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî sala borî 120 hezar penaber ji herêma Kuraz Agadetza Nîjeryayê derbas bûn.
Di van salên dawî de bi hezaran koçberên qaçax bi ser rêya Malî û Nîjeryayê derbasî Cezayîrê dibin. Piştî ku li Libyayê kaos derket qaçaxçî xwe ji wir dûr digrin.
