li Walt Disneyê: Timsah zarokê 2 salî revand!

li Walt Disneyê: Timsah zarokê 2 salî revand!

12:29:51

 

Rojava News: Timsahek ji nişkê ve ji golê derket û zarokekî du salî ku ji bo betlaneyê li Walt Diseny World ya Florîdayê bû, kişand nav avê. Hat ragihandin ku ne pêkan e ku ew zarok sax be.

Hat ragihandin ku piştî bûyera ku roja sêşemê pêk hat, tesîs bi awayekî demkî hat girtin. Alîkarê Serokê Walt Disney Worldê Jacquee Wahlerê got, "her kes li pêşberî vê bûyera trajîk gelekî xembar bû. Ji bo em bikarin alîkariy^ehêzên ewlehiyê bikin, çi ji destê me tê em dikin".

Ji aliyekî din ve, piştî ku hêzên ewlehiyê ji bo demeke dirêj di golê de li zarokî geriyan,Şerîf Orange Countryê Jerry Demings îro daxuyaniye da û got,"ne pêkan e ku ew zarok sax me, êdî hemû hewlên me ew in, ku tiştên jê mane, bibînin."