11:44:58
Rojava News: Netewên Yekbûyî(NY) ji ber şer û aloziyên li cîhanê têne jiyan kirin, mirovên ku welatê xwe derketine û bûne penaber li cîhanê hejmara wan aşkera kir.
Li gor raporta komisyona bilind a penaberan a ser bi NYê, ku roja dûşemê 20.06.2016ê roja penaberane belav kiriye, sala 2015ê cara yekeme ku hejmara penaberên cîhanê digehe jor 60 milyon kesî.
Komîsyona bilind a penaberan a ser bi NYê di raportekê de amaje bi vê jî dike ku, sala 2015ê hejmara penaberên cîhanê geheştiye 65.3 milyon kesan
Ji ber şerên tayfeyî yên navbera Sunne û Şîeyên Iraqê, êrîşên rêxistina tund a DAIŞê û şerê navxweyî yê Sûriyê, buye sedem ku zêdetir ji 1.8 milyon hemwelatiyê Kurdistana rojava, Sûriyê û Iraqê penaber berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
