Piştî Referanduma Brîtanyayê: Dibê ku Skotland jî ber bi referandûmeke din biçe!

Piştî Referanduma Brîtanyayê: Dibê ku Skotland jî ber bi referandûmeke din biçe!

00:02:04

 

Rojava News: Skotlanda bi mebesta biryardana li ser serxwebûna welatên xwe, referandûmeke din encam dide.

Serokwezîra Skotlandayê Nîkola Starcin îro di konfiranseke rojnamegerî de ragihand, sibe hikûmeta wê dicive, bo danana pêngavên dahatû yên wî welatî, ji ber gelê Skotlandî dixwaze di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de bimîne.

Starcin tekez kir, ku mafê wan yê referandûma duyem heye, bo ragihandina serbixwebûnê û bo yekê jî hemû pêngavan digirin, bo mana di Yekîtiya Ewropî de.

Duh, Brîtanyayê bo derbarê man yan derketina ji Yekîtiya Ewropa referandûmek encam da, bi rêjeya dengdanê ji sedî 52 Birîtaniyan dengên xwe dan derketin ji Yekîtiya Ewopayê.

Di sala 2014an de, Skotlandayê bo serxwebûna xwe referandûmek birêve bir, lê bi rêjeyeke biçûk Skotlandiyan dengên xwe dan mana di çarçoveya Brîtanyayê de.

Piştî biryara derketinê, sînorê navbera Bakurê Îrlendayê û Komara Îrlendayê dê ji nû ve bê danîn.

Partiya Sinn Féin a cihêxwaz di daxuyaniyeke liser malpera xwe de got tu mafê hikûmeta Brîtanyayê nîne careke din sînor bikêşe navbera bakur û başûrê welêt.