Çekdarên tundrewê îslamî li Somalyayê êrîşî hotelekê kirin!

Çekdarên tundrewê îslamî li Somalyayê êrîşî hotelekê kirin!

12:18:57

 

Rojava News: Çekdarên îslamî duh êrîş kirine ser hotêleke Mogadîşuya payextê Somalyayê û sivîl jî têde herî kêm 10 kes kuştin.

Çar êrîşkarên rêxistina îslamî ya el-Şebabê ya nêzî el-Qaîdeyê jî di pevçûna digel hêzên ewlehiyê Somalyayê de dûvre hatine kuştin.

Li gorî berpirsên hikûmetê êrîşê dora 4ê êvarê piştî erebeyeke tije bombe li ber deriyê derve yê Naso Hablod Hotel teqiya destpê kir.

Piştî teqînê çekdarên îslamî karîn bikevine hotêlê û gule reşandine ser karmend û mêvanan.

Di encama êrîşê de herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Associated Pressê (AP) got rêxistina el-Şebabê ragihandiye ku hejmara kuştiyên êrîşê 20 kes in.

Somalyayê ji serdema rûxana hikûmetê ya 1991ê ve parçe bûye û di nav şerê navxweyî de ye. Hikûmeta niha tenê paytext û derdora wê kontrol dike.