İsraîl û Tirkiyê li dijî ‘Kurdistanê’ li hev kirin!

İsraîl û Tirkiyê li dijî ‘Kurdistanê’ li hev kirin!

11:56:58

 

Rojava News: Lihevkirina navbera Îsraîl û Tirkiyê rastî nirxandinên cuda tê. Serokê Mazlumder Faruk Unsal dibêje, Telavîv û Enqere bo dijatîkirina kurdan li hev kiriye.

 

Tirkiye û Îsraîlê li hev kir, lê belê li Tirkiyê di serî de komele û komên îslamî li dijî vê rêkevtinê derdikevin û dibêjin “Îsraîlê, Tirkiye xapand”.

 

Li ser heman mijarê şiroveya herî balkêş jî ji aliyê Komeleya Mazlumderê ve hat. Mazlumder dibêje, Tirkiyê şertên Îsraîlê qebûl kiriye, da ku Îsraîl piştgiriya referandûm û serxwebûna Kurdistanê neke.

 

Pêywendiyên Tirkiye û Îsraîlê piştî 6 salên borî bi rêkevtinekê gihişt qonaxeke nû. Di qonaxa nû de her du dewletan biryar dan ku pêywendiyên xwe baştir bikin û aloziyên di navbera xwe de jî çareser bikin.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim rêkevtina li gel Îsraîlê weke serkevtineke dîplomatîk bi nav kir

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li ser wê rêkevtinê wiha got:

 

“Di navbera me de sê mijar hebûn; yek ew bû ku me daxwaz dikir Îsraîl lêborînê ji me bixwaze ev şertê me bi cih hat. Ya duyem, qerebûkirina qurbaniyên keştiya Mavî Marmarayê bû, ev daxwaza me jî hate qebûlkirin. Ya sêyem û ya herî girîng jî rakirina dorpêça li ser Xezayê bû, û di vê meselê de jî me lihev kir.”

 

Li aliyê din gellek derdor jî ji rêkvtinê aciz in. Serokê Mazlumderê Faruk Unsal ku ew bi xwe jî dema êrişa Îsraîlê di keştîya Mavî Marmarayê de bû, dibêje di meseleya Kurdan de berjewendiyên Tirkiyê di vê rêkevtinê de hene, lê Îsraîlê bi gotina wî Tirkiye xapandiye.

 

Serokê Mazlumderê Faruk Unsal di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de nêrîna xwe bi vî awayî tîne ziman:

 

“Bi dîtina min li hember Rojava û Bakurê Iraqê, Tirkiye daxwaza alîkariya îstixbaratê ji Îsraîlê kiriye. Tirkiye ji bo Rojava û Bakurê Iraqê negehin çi statuyên nû xalên vê rekevtinê qebûl kiriye. Di meseleya kurdan de Tirkiye dê benda alîkariya Îsraîlê be. Ez texmîn dikim ku Îsraîl jî dê alîkariya Tirkiyê bike.”

 

Sala 1948ê dema Îsraîl hatiye damezrandin, Tirkiye yekem welatê îslamî bû ku bi fermî ew welat nas kir û ji wê serdemê ve heta niha pêywendiyên navbera her du welatan berdewam in.