Li Yemenê 4 êrişên xwekujî: 42 kuştî!

Li Yemenê 4 êrişên xwekujî: 42 kuştî!

12:26:35

 

Rojava News: Li Yemenê ji bo qedandina şerê navxweyî ji aliyekî ve hevdîtinên aştiyê didomin û ji aliyê din ve ji ber êrişên xwekujî yên li hemberî nuqteyên leşkerî bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li bajarê El Mûkallayê ku di meha Nîsanê de ji rêxistina binavê El Qaîdeya Yemenê hat rizgarkirin, 4 êrişên xwekujî di dema fitarê de hatin kirin. Li gorî zanyariyên berdest 3 ji van êrişan li hemberî nuqteyên kontrolê yên leşkerî, yek jî li hemberî nîzamiyeya kampeke perwerdeyê ya leşkerî hat kirin.

Li gorî agahiyan, di encama her çar êrişan de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Malpera nûçeyan a bi navê El Mukalla Now ragihand ku grûbên bîadê yên ser terorîstên DAIŞê ew êriş pêk anîn.

 

Bajarê Mûkalla yê li başûrê Yemenê demeke dirêj di bin dagirkeriya terorîstên El Qaîdeyê de ma bû û di meha Nîsanê de ji aliyê yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Mansûr El Hadî ve hatibû rizgarkirin.