13:12:34
Rojava News: Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov ragihand ku nameya Erdogan ku ji Pûtîn re şand şand gaveke rast û erenî bû.
Peyama Erdogan a lêborînê di warê têkiliyan de wê bandoreke erênî bike
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov di hevpeyvîna xwe ya ajansa TASSê de ragihand nameya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku ji Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn re şand şand gaveke rast û erenî bû.
Aleksey Meşkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wezareta Derve ya Rûsyayê, nameya ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo lêborîn xwestina balafira rûsî ku di meha mijdarê de hatibû xistin ji Serokê Rûsyayê Pûtîn re şand gaveke rast û erênî dinirxîne."
