Yildirim: Pêwîst be emê tazmînat bidin Rûsyayê!

Yildirim: Pêwîst be emê tazmînat bidin Rûsyayê!

13:15:35

 

Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, ji kanala fermî ya dewletê TRTê re axift û diyar kir; Piştî ku Serokkomar Recep Tayip Erdogan nameya lêborînê ji Rûsyayê re rêkir, tengezariyên navbeyan Tirkiyê û Rûsyayê bi nermî ber bi çareseriyê ve diçe û diyar kir, eger pêwîstbe ji ber me balefire Rûsyayê xist xwarê em dikarin tazmîtê bidin.

Yildirim diyar kir; Serokkomar Erdogan û serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin wê roja çarşemê bi telefonê hevdîtinekê pêkbînin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim diyar kir; ‘’Wan 6 mehên borî de tiştên ku hatine jiyan kirin, wekî ku qet pêknehatine emê nêz bibin û rêya xwe berdewam bikin.’’ Yildirim got: ‘’Pêwîstbe emê tazmînat bidin. Em dixwazin peyvendiyên me asayî bibin. Ya rast ev e. ne yek alî îradeyekî dûalî heye û ev kare bi nermî çareser bûye.’’

Piştî bûyerê serokkomar Erdogan gotibû: ‘’Eger me zanîbâ balefir a Rûsyayê ye me lê nedida û me wê hişyar bikira. Eger lêborîn bê xwestin divê em na, ê ku qada me ya esmanî îxlal kirine lêborîn bixwezin.’’ Meha Gulanê de jî diyar kiribû buyer ji ber kêmasiyên balefirvan pêkhatiye. 

Piştî bûyerê Rûsyayê, ji Tirkiyê hemû tiştên ku dikirî qedexe kiribû. Herwaha Kremlînê bang li hemwelatiyên xwe kiribû ku neçin Tirkiyê û acentayên turîzmê re jî geştên Tirkiyê qedexe kiribû.