23:39:56
Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry ji bo çareseriya li Sûriyê hevdîtinên xwe berdewam dikin.
Li gorî daxuyaniya ji Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê hatiye kirin, her du wezîr îro bi rêya telefonê hevdîtin kirine. Di hevdîtinê de her du wezîran li ser gavên ku hefteya borî di dema serdana Kerry ya Moskovayê de li hev kiribûn sekinin.
Di vê navberê de Lavrov nerînên xwe anî ziman ku derbarê daxwazên tehrîkirinê yên li dijî Rûsyayê yên Ajansa Têkoşîna Dopîngê ya DYAyê (USADA) ji Komîteya Olimpiyatên Navdewletî kiriye jî. Wezîrî amerîkî got ku ew bi Lavrov re di wê mijarê de heman tiştî di fikire ku divê spor ji polîtîkayê nekin amûr.
