Li Deryaya Spî karesat: 22 kes xeniqîn

Li Deryaya Spî karesat: 22 kes xeniqîn

11:25:53

 

Rojava News: Karesata penaberên ku di deryayan de berê xwe didin Ewropayê berdewam e. Duhî di Deryaya Spî de 21 jin 22 penaber xeniqîn.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), bota plastîk a zêdeyî 200 penaberên berê xwe dabûn Îtalyayê, li nêzî peravên vî welatî binav bû. Hat ragihandin ku ji 22 penaberên xeniqî 21 jê jin in.

Di daxuyaniya MSF'ê de li ser detayên bûyerê agahî nehat dayîn, lê hat ragihandin ku zêdeyî 200 penaberên hatine rizgarkirin û bi keştiyan ji nava avê hatine derxistin.

Her wiha li gorî doneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), hejmara penaberên ji destpêka vê saetê 18ê Tîrmehê roja duşemê di ser Derya Spî re hatine Îtalyayê 79 hezar 861 e. Par di heman demê de 83 hezar 119 penaberan xwe gihandibûn Îtalyayê.

Li gorî daneyên IOMê, ji destpêka vê salê ve hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, yan jî winda bûne 3 hezarî derbas kiriye.