Rojava News: Tohmetbarên êrişa ser kovara Charlie Hebdo di encama operasyona polîsên Fransayê de hatin kuştin. Her wiha ew kesê ku 5 kes bi dîl girtibû jî hat kuştin.
Ajansa France Press (AFP) eşkere kir ku her du tohmetbarên êrişa ser kovara Charlie Hebdo îro li Parîsê û di encama operasyonekê de hatin kuştin û dîlê di destê wan de jî hat rizgarkirin.
Li gorî nûçeyê, tohmetbar ku di nav avahiya çapxaneyekê de ji aliyê hêzên polîs ve hatibûn dorpêçkirin, êrişî polîs kirin polîs jî bersiva wan da, di encamê de her du hatin kuştin.
Hat gotin ku ew kesê ji aliyê wan ve bi dîl hatibû girtin jî hatiye rizgarkirin.
Ji aliyekî din, operasyona ku ji bo xilaskirina wan 5 dîlên ku ji aliyê kesekî ve hatibûn girtin, jî bidawî bû.
Li gorî medyaya Fransayê, kesê dîlgir hat kuştin. Tê gotin hinek dîl jî di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.
Wî kesî gotibû, eger polîs êrişî tohmetbarên êrişa Charlie Hebdo bike dê dîlên di destê xwe de bikuje.
Di encama êrişa li ser kovara Charlie Hebdo de 12 kes hatibûn kuştin. Tohmetbarên wê êrişê ku pêr qewimî, du birayên bi navên Seîd Kuwaşî (34 salî) û Şerîf Kuwaşî (32 salî) bûn ku bi eslê xwe ji Cezayirê bûn.
Tohmetbarekî din ê bûyerê bi navê Hemûd Murad (18 salî) jî roja pêncşemê (duh) teslîmî polîs bibû.
