Li Tirkiyê 42 rojnamevan û 31 Akademisyen hatin girtin girtin!

Li Tirkiyê 42 rojnamevan û 31 Akademisyen hatin girtin girtin!

13:13:05

 

Rojava News: Piştî hewla derbeya leşkerî  ya li Tirkiyeyê biryara binçavkirina 42 rojnamevanan hate girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbeya leşkerî de li ser daxwaza Serdozgeriya Stenbolê ya pişka rêxistinên terorê biryara binçavkirina 42 rojnamevanan hate girtin.

Di nav wan de  rojnamevanê navdar yê Tirkiyeyê Nazli Ilicak jî heye. Ilicak di demên dawî de wekî rexnegirek hikûmeta AK-Partiyê derdiket pêş. Herwiha piştî hewla derbeye leşkerî Ilicak li ser hisaba xwe ya twîtirê ragihandibû ku: "Her nerazîbûnên li dijî derbeyê û piştevaniya Serokomar Recep Tayîp Erdogan nayê wataye demokrasiyê. Pêwîst e mirov di heman demê de li dijî derbeya sivîl jî derbikeve."

Ji aliye din ve jî; serê vê sibehê operasyona li dijî akademiyenan jî hate kirin, di encam de 31 Akademsyonên zangoya Stenbolê ku di nav wan de pirfosor jî hebûn hatin girtin.

Di operasyona odeya akademsyonan de pirtûkên Fethula Gulen û nivîsînên hatin desteserkirin.

Li gor Serokomarê Tirkiyê heta niha13e hezar û 160 kes hatine girtin.