Clinton wek jinekê bû yekemîn namzeda serokatiya Amerîkayê!

Clinton wek jinekê bû yekemîn namzeda serokatiya Amerîkayê!

11:35:06

 

Rojava News: Namzediya Hillary Clinton a ji Partiya Demokrat ji bo hilbijartina Serokatiya Amerîkayê, bi awayekî fermî hat pejirandin.

Hillary Clinton, di pêşhilbijartinên li nava Partiya Demokratîk a hemberî hevrikê xwe Bernie Sanders dengê têrker ê delegeyan bi dest xist û namzediya wê di kongreya partiyê ya li bajarê Philadelphiayê bi awayekî fermî hat erêkirin.