Balafirên Amerîkayê li Libyayê bombebarana DAİŞê kir!

Balafirên Amerîkayê li Libyayê bombebarana DAİŞê kir!

 11:53:12

Rojava News: Balafirên şer ên Amerîkayê li ser daxwaza Libyaye navendên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li wî welatî bombebaran kir.

Balafirên şer ên Amerîka binke û baregehên rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Sirtê yê Libyaye dane ber bombeyan. Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkaye jî ragihand ku êriş li ser daxwaza hikûmeta niştîmanî ya Libyayê bûye.

Duhî berdevkekî Pentagonê di konfranseke rojnamevanî de ragihand: "Li ser daxwaza hikûmeta Niştîmanî ya Libyayê balafirên me yên şer navendên rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Sirtê bombebaran kirin."

 

Li gorî agahiya wî rayedarê amerîkî armanc ji wan êrişan piştevaniya ji Artêşa Lîbya û têkbirina terorîstên DAIŞê li deverên ye. Bajarê Sirtê ketiye navbera her du bajarên Terablus a paytext û Binxazî ku duyemîn bajarê mezinê Libyay ye. Bajarê Sirtê wekî navenda bihêz a DAIŞê li Libya tê naskirin.