John kerry : Ji bo Rûsya yê pêvajoke girîng destpêkir!

John kerry : Ji bo Rûsya yê pêvajoke girîng destpêkir!

12:59:13

 

Rojava News: Wezîrê derva yê Amrîkayê John Kerry got;  “ev demeke giringe daku  bizanin Rûsiya û rêjîma Esed   pabendî  dikin ji bo biryarên  Neteweyên Yekgirtî  yan na, ev yek jî cihê nîgeraniyê ye”.

Kerry got; Rûsiya nikarê bi sere xwe êrîşan li Sûriyê pêk bîne, pêwîste rê li ber Beşar Esed jî bigre da ku ti êrîşan birêve nebe.

Herweha got; Emêrîka hewil dide hemahengiyekê li gel Rûsiyê di Sûriyê de saz bike, lê gumanên wê derbarê niyetên Rûsiya hene, bi taybetî piştî pilana vekirina rêyên alîkariyên mirovî navbera taxên rojava û rojhelata helebê de”.

Nîzîkî 300 hezar sîvîl li taxên rojhelata Helebê dorpêçkirî bûn, ji ber vê yekê jî Rûsiya pêşniyaz kir ku rêyên mirovî ji bo derxistina van xelkan vebin, Emêrîka jî guman dikir ku ew pilan sexte be, opozisyona sûrî jî li bendê nema neyetên rûsya yê diyar bin û êrîşî taxên rojavayê helebê kirin û pêşketineke ber çav bi dest xistin.