12:09:46
Rojava News: Serokwezîrê Nemsayê Christian Kern got, nemimkûn e Tirkiyê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.
Serokwezîrê Nemsayê Christian Kern ji televîzyona ORFê re ragihand, divê hevdîtinên bi Tirkiyê re yên derbarê endambûna Yekîtiya Ewropayê de werin qutkirin.
Derbarê endambûna Tirkiyê de Christian Kern wiha got: “Bi salan, heta ku bi dehan salan jî nemimkûn e. Naveroka hevdîtinan jî vala ne û bi tenê ji hin senaryonên diplomatîk pêk tê.”
Kern amaje kir ku standartên demokrasiya Tirkiyê ji yên Ewropayê gellekî dûr in û ji ber vê yekê Tirkiyê nabe endamê Yekîtiya Ewropayê.
Serokwezîrê Nemsayê: “Tirkiyê ji aliyê aborî ve hewceyê me ye û herwiha turîzma Tirkiyê jî girêdayê me ye.
