12:30:51
Rojava News: Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê ku dispêre çavkaniyekî ewlehî yê Amerîkayê, fermandarekî tirk kul i NATOyê wezîfedarbû ji bo îltîcayê serdana Amerîkayê kiriye.
Çavkaniyê amerîkî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev fermandarê tirk piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê Tirkiyeyê ji bo dana îfadeyê bangî wî kiribûn. Ev fermandarê tirk li Fermandariya Veguherîna Mûtefiq li Virginiayê wezîfe dikir, lê çavkanî derheqê nav û rûtbeya fermandarê tirk de tu agahî nedan.
Ji aliyê din ve Tirkiyeyê ji bo dana îfadê bangî General Zeki Mustafa Ugurlu jî kiribû. Her wiha li gorî berpirsekî Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washîngtonê di axaftina xwe ya ajansa Reutersê de got: "Piştî ku dadgeha Tirkiyeyê derheqê general Zeki Ugurlu de biryara binçavkirinê da tu bersiveke wî çênebûye."
Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê, Ugurlu bersiv neda banga veger û teblîxatan. Her wiha di civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind a 28ê Tîrmehê de Zeki Ugurlu ji Sererkaniya Giştî hatibû îxrackirin.
