Amerîka: 15 - 30 hezar DAİŞî mane!

Amerîka: 15 - 30 hezar DAİŞî mane!

11:03:13

 

Rojava news: Fermandarê hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê Generalê Amerîkî Sean MacFarland ragihand ku heta niha 45 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 15 heta 30 hezarî mane.

Generalê Amerîkî Sean MacFarland diyar kir ku li Sûriye û Iraqê di operasyonên du sal berê yên li dijî DAIŞê de nêzîkê 45 hezar endamên rêxistinê hatine kuştin.

General MacFarland li Bexdayê bi rêya vîdeo-konferansê di derbarê operasyonan agahî dan rojnamegerên li Pentagonê.

MacFarland da zanîn ku operasyon bi awayekî pirnetewî tê meşandin û bi vî awayî hêza rêxistinê hatiye bêbandorkirin û wiha domand:

“Her çi qas teyitkirina vê yekê zehmet be jî me di nava 11 mehên dawiyê de 25 hezar endamên rêxistinê kuştin. Gava ku hûn 20 hezar kuştiyên berê jî lê zêde bikin, dibin 45 hezar.

MacFarland daxuyand ku li gel vê yekê jî bi texmînî hêz nêzîkê 15 heta 30 hezar çekdarên rêxistinê hene