12:17:27
Rojava News: Namzedê Partiya Komarî ya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Serokê Amerîkayê Barack Obama rêxistina DAIŞê damezrandiye.
Namzedê Partiya komariyan yê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Donald Trump li eyaleta Floridayê mitîngek lidar xist.
Donald Trump Serokê Amerîkayê Barack Obama û namzeda Partiya Demokrat a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Hllary Clinton bi tundî rexne kir û wiha got: Obama DAIŞ damezrand û alîkara wî jî Clinton bş.”
Trump wiha domand: “Damezrênerê DAIŞê ew e. Obama DAIŞ ava kir. Mixabin Hillary Clinton a şikestî jî bû alîkarê wî.”
Namzedê Partiya Komarî namzeda Demokratan Hillary Clinton kir hedefa û got: “Kesên DAIŞ damezrandî bila xelat bidin wezîra derve ya berê.”
