11:48:13
Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku heke Ewropa soza xwe ya derbarê serbestiya vîzeyê bi cih neyînê û wê êdî ji Ewropayê penaberan qebûl nekin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya kanala RTL ya almanî bû got: "Li Tirkiyeyê 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê leşkerî bû lê Angela Merkel 18ê Tîrmehê telefon dike û dibêje, bila operasyona li hemberî derbekaran metirsîdar nebe, ev nêrîn û nêzîkatiyên wiha me xemgîn dike."
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ew piştevaniya Ewropayê dixwazin lê piştî hewldana derbeya leşkerî tenê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa û Wezîrê Derve yê Qetarê serdana Tirkiyê kiriye."
Serokomarê Tirkiyê Erdogan di dirêjiya axaftina de derbarê cezayê darvekirinê de got: "Heke yasayek wiha ji parlamentoyê bi yek dengî derbes bibe ewê vê biryarê bipejirîne."
Serokomar di dawiya hevpeyvîna xwe de ragihand ku ew rêzê li hiqûqa Almanyayê nagire ji bo ku rê nedaye bi rêya telekonferansê beşdarî Mîtînga Kolnê bibe.
