Der Spiegel: Esed amadekariya bombeya atomî dike

Der Spiegel: Esed amadekariya bombeya atomî dike

Rojava News: Kovara Der Spiegel a Almanî di çapa xwe ya îro şemeiyê de belav kiriye ku serokê Sûriyê Beşar Esed ji bo çêkirina bombeya atomî li navçeya Qusêr ya ser bi parêzgeha Humsê navendek bi dizî ava kiriye.

Li gor nûçeyê ew navenda ku guman heye ku bombeya atomî têde tê çêkirin, li nêzî navenda bajarê Humsê ye û 2 kîlometreyan dûrî sînorê Lubnanê ye.

Der Spiegel, di nûçeya xwe ya ku spartî wêneyên fezayê û guhdarîkirina telefonên bi rêya dazgehên îstixbaratê yên rojavayî, cih da nêrînên pisporên rojavayî ku idîa kirine ew navend ji bo dewlemendkirina Yuranyûmê hatiye ava kirin.