21:16:16
Rojava News: Serokê Yekîtiya Hinardeyên Konfeksyon û Kincên Amade ya Stenbolê (IHKIB) Hikmet Tanriverdi got: “Hêvî dikim di destpêka 2017an de vejîn dest pê bike. Bi vê berfirehbûnê re, hêvî ew e ku 2017 bibe sala zêrîn a têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê”.
Tanriverdi diyar kir ku civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, nîşana wê ye ku dê di warê peymanên aborî de gavên erênî bên avêtin û ev dê bandorê li rewşa xebatê jî bikin û wiha dewam kir: Hêvî dikim di destpêka 2017an de vejîn dest pê bike. Bi vê berfirehbûnê re, hêvî ew e ku 2017 bibe sala zêrîn a têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê".
Serokê IHKIBê diyar kir ku bazara Rûsyayê ji bo sektorê kincên amade yênTirkiyeyê yek ji giringtirîn bazaran e, û di sala 2014an de hinarde gihiştiye 412 milyon dolarî.
Ji aliyekî din ve Tanriverdi diyar kir ku ji ber rewşa xerab a aboriya Rûsyayê û kêmbûna nirxê rûbela rûsî di sala 2014-2015an de, rewşa bazarê xerab bûbû û wiha dewam kir: "Par hinardeyên me bi Rûsyayê re daket 204 milyon dolarî. Meha Çileyê ji ber krîza balafira rûsî, ev rewşa kembex berdewam kir û girantir bû. Di 6 mehên dawî de bazara ku ji xwe rewşa wê nebaş bû, bi qasî 50% xerabtir bû. Gelek şirketên me hatin girtin û hinek hatin dewrkirin."
