Li Kolnê êrişa bi çek û bivir!

Li Kolnê êrişa bi çek û bivir!

12:49:49

 

Rojava News: Hat ragihandin ku îro berê sibehê li bajarê Kolnê yê Almanyayê êrişeke bi çek û bivirî pêk hat û di encamê de kesek birîndar bû.

Li gorî nûçeya rojnameya Express a Almanyayê, îro berê sibehê saet li derdora 04.00an grûbeke ku ji 3 an jî ji 4 kesan pêk dihat bi grûbeke din re şer kir.

Her wiha li gorî şahidên bûyerê, pêşî kesekî di grûbê de ku bivir di destê wî de bû êrişî grûba din kir, kesê ku di êrişa bivir birîndar bû paşî rastî êrişa çekdarî hat.

Legerîna êrişkerên ku cihê bûyerê reviyabûn ji terefê hêzên ewlehî ve berdewam e.