12:53:07
Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov polîtîkayên firehbûna rojhilat ê NATOyê rexne kirin û ragihand ku xwesteka wan ne rastkirina pêwendiyen bi Moskovayê re ne.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hemkarê xwe yê alman Frank-Walter Steinmeier re di vekirina dibistana havînê ya rûs û alman a Zanîngeha Uralê de behsa têkiliyên dewleten rojavayî û Rûsyayê kir.
Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: "Konseya navbera Rûsya û NATOyê di asta balyozan de çend caran civîn li dar xistibe jî vê rastiyê naguherîne. NATO naxwaze têkiliyên xwe zindî bike. Têkiliyên Rûsya û Almanyayê piştî ku Almanyaya rojhilat û rojava bûne daketiye aste herî kêm. Firehbûna NATOyê ber bi rojhilat ve her diçe qelşa nava Ewropayê kûrtir dike."
Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêşniyarên me yên li ser lihevkirina prensîbên ewlehiya herêma Ewropa û Atlantîkê qebûl nakin. Polîtîkaya NATO ya firehbûnê kengî li dîwarê Ûkraynayê qelibî wê demê herkesi Rûsya sûcdar kir. Ewropa, di gelek qadan de ku enerjî jî di nav de têkiliyên xwe cemidandin û ev xeletiyek mezin bû. Lê îro êdî Ewropa dizane ku alternatîfa herî pak normalîzekirina têkiliyan e."
Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier jî di axaftina xwe de got: "Her çikas di van demên dawî de gengeşî li Kirimê zêde be jî divê krîza Ûkraynayê li gorî peymana Minskê were çareserkirin."
Steinmeier di dirêjiya axaftina xwe de got: "Roleke girîng a Rûsyayê li bajarê Heleba Sûriyeyê ku gihandina alîkariya însanî jî di nav de heye. Heke dema înşaeta Sûriyeyê hat divê Almanya û Rûsya li Heleb û Hûmsê bi hev re bixebitin."
