Gulen: Tirkiye ji mecburî nêzî Rûsyayê bû

Gulen: Tirkiye ji mecburî nêzî Rûsyayê bû

11:26:51

 

Rojava News. Fethullah Gulen yê wek berpirsî hewldana derbeya leşkerî tê binavkirin, diyar kir ku Tirkiye ji mecburî xwe nêzî Rûsyayê kir û peywendiyên xwe ji nû ve sererast kir.

Fethullah Gulen di daxuyaniya xwe ya El Arabiya de derbarê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê yê de hin nirxandin kir û got: 'Niha gelek problemên Tirkiyeyê hene. Tirkiye ji ber nebûna alternatîfan xwe nêzî Rûsyayê kir.'

Peyweniyên Tirkiye û Rûsyayê piştî xistina balafira rûsî ya Su-24an li Sûriyeyê xerab bûbû. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan di meha adarê de bi rêya nameyekê lêborîn ji Pûtîn xwestibû û piştî vê yekê têkiliyên herdu dewletan êdi ber bi normaliyê ve diçin.