11:07:41
Rojava News: Li bajarê Taiz ê Yemenê di navbera Hêzên Berxwedana Gel û Husiyan de şer û pevçûn qewimî, di encamê de 18 husi û 12 leşker hatin kuştin 15 jê sivîl 26 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Taiz ê Yemenê di navbera Hêzên Berxwedana Gel û Husiyan de şer û pevçûn qewimî, di encamê de 18 husi û 12 leşker hatin kuştin 15 jê sivîl 26 kes jî birîndar bûn.
Hêzên Berxwedana Gel (HBG) ku piştgiriya hikumetê dike ji ofîsa xwe daxuyaniyeke çapemeniyê weşand û ragihand ku di şer û pevçûnên herêma bajarê Taiz ê Yemenê de 18 milîtanên husî û 12 leşkerên rejime hatin kuştin û 11 jê leşker 25 kes jî birîndar bûn.
HBGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku hê jî şer û pevçûnên navbera herdu hêzan berdewam e, hêzên husî zêde êrişên xwe dibin ser cihên ku alîgirên hikumetê bi dest xistine dikin.
Ji aliyê din ve hêzên koalîsyona di bin serpereştiya Erebîstana Siûdî de êrişên xwe yên ser baregeh û çeperên Husî û alîgirên Elî Ebdullah Salih zêde kirin. Di 4 êrişên hewayî de balafirxaneyeke leşkerî, baregeheke parastina hewayî û baregeheke navenda ewlehiyê rûxandin.
