Cihû ji Fransa direvin

Cihû ji Fransa direvin

Rojava News: Êrişa ku li Fransa li dijî cihûyan hat kirin û tê de 4 kes hatin kuştin, tirsa cihûyên li wî welatî zêdetir kir û niha hinek ji wan berê xwe didin Îsraîlê.

Cihûyên Frensa dibêjin, di nava çend salên borî de li Fransa û Ewrûpayê êrişên cûrbicûr û helwesta xerab a xelkê ligel wan zêde bûye.

Li sala 2012an de jî, li Fransa êriş li dijî dibistaneke cihûyan hatkirin û di encamê de 3 zarok hatin kuştin.

Li wê navçeya ku êriş lê hat kirin û tê de 4 kes hatin kuştin, heta niha dukan û bazarên wê girtîne. Ew ditirsin dîsa êriş bên ser wan û dibêjin rewşa me li Fransayê ne aram e.

Lewma niha piraniya wan dixwazin ji wî welatî herin û berê xwe bidin Îsraîlê.

Li gorî amaran, tenê di sala 2014an de, 7 hezar cihû ji welatên cîhanê vegeriyane Îsraîlê.