Elmar Brok: Karê Kurdan li wê derê nîne!

Elmar Brok: Karê Kurdan li wê derê nîne!

00:15:59

 

Rojava News: Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve li Parlamentoya Ewropayê Elmar Brok, got ti karê hêzên Kurdî li rojavayê Çemê Firatê nîne.

Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve li Parlamentoya Ewropayê Elmar Brok ji rojnameya Passauer Neue Presse ya Almanî re ragihand ku yasayên derbarê terorê de di mijara rakirina vîzeyan a ji bo welatiyên Tirkiye de pivana sereke ye.

Elmar Brok diyar kir ku Tirkiyê ji bo vê mijarê çareseriyê dixwaze û divê herdu alî jî şêwaza xwe nerm bikin.

Brok wiha got: “Tirkiye piştî bi tohmebarkirina ji DAIŞê re xweşbiniya dike yan jî piştgiriya wê dike, li hemberî wê dest bi operasyonên kir. Em ji wê yekê kêfxweş in.”

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan li Palamentoya Ewropayê Elmar Brok herwiha amaje kir ku divê Hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Çemê Firatê bimînin û wiha domand:

“Bila Kurd, derxistina DAIŞê ji bo bidest xistina herêman Ereban bikar nehîne. Li wê derê karê wan nîne.”