Kesekî ku kuştina Obama plan dikir hate desteserkirin!

Kesekî ku kuştina Obama plan dikir hate desteserkirin!

13:09:53

 

Rojava News: li DYAyê kesekî ku plana kuştina Serokdewletê DYAyê Barack Obama dikir, di mala xwe de hate zevtkirin. Hate îdiakirin ku wê Obama di dema lîstoka golfê de bikuşta û di mala wî de gelek teqemenî hatine dîtin.

Li gorî nûçeya kanala FoxNewsê ku ji dosyayên lêpirsînê yên FBIyê ragihandiye, sîxûrên FBIyê li Massachuesettsê girtine ser mala kesekî bi navê Joseph Gargiulo û di malê de gelek çek, teqemenî û tiştên ji bo çêkirina teqemeniyê dîtine.

FBIyê di çarçoveya zanyariyên muxbirekê nêzîkî Gargiulo de tevgeriyan e ku Gargiulo li bajarê Hollistonê dijî û 48 salî ye.

Heman muxbirî diyarkiriye ku Gargiuloyî çend caran plana kuştina serokê DYAyê kiriye.

Gargiulo weke kesekî ‘hişê wî ne li serê wî' hatiye raporkirin û li gorî ragihandina muxbir wî yek du caran behsa kuştina Obama, sîxûrên ewlekariya navxweyî û misilmanan kiriye.

Li gorî heman zanyariyan Garguilo plankiriye ku Obama dema li qada golfê ya navê Martha's Vineyardê golf bilîze bikuje.