13:19:21
Rojava News: Serokê Komîteya Karê Derve yê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê Aleksey Puşkov got ku operasyona Cerablusê ya Tirkiyê li hemberî DAIŞê dimeşîne, pozisyona Rûsyayê ya li herêmê lawaz nake.
Puşkov ji televizyona Rossiya 1ê re axivî û got: "Hebûna Tirkiyê ya li Bakurê Sûriyê niha bi rastî jî pozisyona me lawaz nake."
Puşkov diyar kir ku Rûsya li Sûriyê de rewşeke bihêz de ye û wiha berdewam kir: "Ji bo çareseriyeke aştiyane neguhertina formata Lavrov-Kerry delîla vî tiştî ye.
Lewre DYA dizane ku kî li Sûriyê di noqteyeke girîn de ye."
Puşkov wiha pê de çû: "Li wir destgirê me weke berê artêşa Sûriyê ye. Tangên tirk nakevin Şamê, artêşa tirk naçin (Serokdewletê Sûriyê Beşar) Esad naqulipîne."
