Tirkiyê: Em dijitiya PYDê dikin ne ya Kurdan!

Tirkiyê: Em dijitiya PYDê dikin ne ya Kurdan!

11:14:57

 

Rojava news: Wezîrê Yekitiya Ewropayê yê Tirkiyê Omer Çelîk dibêje dijitiya wan a li hemberî PYDyê ne dijitiya kurdan e.

Derbarê vê yekê Wezîrê Yekitiya Ewropayê yê Tirkiyê Omer Çelîk ji Ajansa Anadolûyê re ragihand ku, siyaseta PYDyê ne di berjewendiya kurdan de ye. Siyaseta PYDyê di berjewendiya terorê de ye.

Çelîk herwiha li ser helwesta hin dewletên derbarê PYDyê de nerazîbûnên xwe anî ziman û got bila ti dewlet PYD û Dewleta Tirkiyê wekî hev nenirxîne. Dewleta Tirkiyeyê rewa û serwer e. Lê PYD terorîst e.

Çelîk derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de jî diyar kir ku, pêwîst e biryara gelê Sûriyê çarenûsa xwe bide.