Tirkiyê hêzeke mezin yê leşkeri bire ser sînorê Rojava

Tirkiyê hêzeke mezin yê leşkeri bire ser sînorê Rojava

23:53:56

 

Rojava News: Di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de dewleta Tirkiyê hêzeke zêde ya leşkerî veguhest ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ya bi navê Mertala Firatê ku roja 24ê Tebaxê bi hevkariya Artêşa Azad a Sûriyê li Cerablûsê dest pê kir, berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de dewleta Tirkiyê wesayitên leşkerî û yên kar, top û tankan vediguzîne ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê. Maşînên leşkerî, tank û topên ku ji Amed, Riha û Dîlokê hatin veguhestin li navçeya Gilgamêş (Karkamiş) a ser bi parêzgeha Dîlokê hatin bicihkirin.

Herwiha beşek ji maşînên leşkerî yên ji Amedê hatin veguhestin jî li bajarê Kîlîsê hatin bicihkirin. Ji aliyekê din ve piştî hewla kûdetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê hikûmeta Tirkiyê biryar dabû ku baregehên leşkerî ji navendên bajaran derbixin. Di vê çarçoveyê de tank û topên baregeha leşkerî ya Maltepe ya Stenbolê hatin valakirin û tank û topên vê baregehê jî li ser sînor li navçeya Islahiye ya girêdayî Dîlokê hatin cîbicîkirin.

Wekî her roj îro jî ji navçey Gilgamêşê jî dengê teqînên derdora Cerablûsê hatin bihîstin.