02:16:43
Rojava News: Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku, berî civîna bilind a Sûriyê ku wê 21 Eylûlê li New York destpêbike, destpêşxeriyek siyasî nû dê were pêşkêşkirin.
Staffan De Mistura derbarê destpêkirina ji nûve danûstendinan li Sûriyê û çareserkirina qeyranên wî welatî ragehand ku wî planek daniye jibo destpêşxeriyek siyasî nû.
De Mistura ku serokatiya civînên girûpa alîkariya Sûriyê li Cinêv dike, di kongireyekî rojnamevanî de li nivîsgeha NY li Cinêv ragehand: “Berî civîna bilind a Sûriyê ku wê 21 Eylûlê li New York destpêbike, destpêşxeriyek siyasî nû dê were pêşkêşkirin.”
De Mistura ti hurgilî derbarê destpêşxeriya xwe diyarnekirin, lêbelê ragehand ku di heftiya bê de ew dê zaniyariyên bêhtir derbarê destpêşxweriya xwe rabighîne.
Herwiha eşkerekir ku, civîna navbera Rûsya û Amerîka li Cinêv dirêjî heye, lêbelê De Mistura derbarê vê civînê ti zaniyarî nedan ku biryarbû di dawiya meha Tebaxê encamdaba.
