Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jeff Davis, di civîna rojnamevanî ya rojane de ragihand ku piraniya hêzên HSD/YPGê vekişiyane rojavayê çemê Firatê lê beşek ji wan ji bo paqijkirina teqemeniyan û ewlehîya Minbicê mane.
Jeff Davis di civîna rojnamevanî ya rojane de ragihand ku piraniya hêzên HSD/YPGê vekişiyane rojavayê çemê Firatê lê beşek ji wan ji bo paqijkirina teqemeniyan û ewlehîya Minbicê mane.
Herwiha Jeff Davisî got, ‘armanc ew e ku Minbic dîsa bikeve kontrola hêza ku berî DAIŞê li wir bû û ew jî ereb in.' Berdevkê Pentagonê bal kişand ser wê yekê ku YPG ji bo operasyona rizgarkirina Reqayê li dorûbera çemê Firatê bi keys bûye û ew jî li gel vê amadekariyê ne.
