01:00:41
Rojava News: Li Filipînan li ciyê bazarê teqîn pêk hat. Di encamê de herî kêm 10 kes mirin, nêzîkî 60 kesî birîndar bûn.
Berdevkê Serokdewletiya Filipînan Ernesto Abella aşkere kir ku li başûrê welêt li bajarê Davaoyê di nava bazarê de derengê şevê teqîn pêk hatiye û 10 kes mirine.
Li gorî hin çavkaniyên ewlekariyê ku ji çapameniya herêmê re axivînê teqîn dibe ji ber êrişek bombeyî pêk hatibe.
Lê derbarê teqînê de hêj daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Hate îdiakirin ku di dema teqînê de Serokê Dewletê, Rodrigo Duterte jî li welatê xwe Davaoyê bûye. Kurê Duterteyê ku Şeradarê Davaoyê, Paolo Duterte eşkere kir rewşa bavê wî başe.
