01:08:46
Rojava news: Li gorî nûçeya DWê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter-Steinmeierî li Bratislavaya paytexta Slovakyayê di civîna wezîrên derve yên YEyê de axivî û got: "Em hemû dizanin ku Tirkiye vê dawiyê roleke çalak a leşkerî li Sûriyeyê dilîze lê em divê em gişt li wê bigerin ku şer hertim li nava axa Sûriyeyê tine be."
Wezîrê Derve yê Almanya Firank Steinmeierî hişyarî da Tirkiyê derbarê hebûna wê ya leşkerî li Sûriyê ji bo demeke dirêj.
Steinmeierî ji rojnamevanan re got ku Tirkiyê roleke gellekî aktîv di van rojên dawî de li Sûriyê dilîze, lê em naxwazin Tirkiyê operasyonên leşkerê yên demdirêj li ser xaka Sûriyê berdewam bike.
Tê zanîn ku Tirkiyê derbasî nava xaka Sûriyê bi mebesta jinavbirina rêxistina DAIşê bûye, û hin dewlet ji hebûna wê ya leşkerî jî dilgiranin
