Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê bi Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry re li bajarê Hangzhou yê Çînê hevdîtinek pêk anî.
Çavuşoğlu û Kerry ku di çarçoveya Lûtkeya Serokên G-20ê de li Çînê bûn nêzîkî saetekê hevdîtinek pêk anîn.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên dîplomatîk dane, di hevdîtinê de pêşketinên dawî yên têkoşîna bi FETOyê re û pêvajoya îadekirina Fethullah Gulen hatiye rojevê. Herwiha derbarê pêşketinên herêmî, rewşa dawî ya Sûriyê, pêşketinên li Minbic û Cerablusê û têkoşîna DAIŞê yi li Sûriyê û Iraqê hatine nirxandin.
