Pûtîn: Em û Amerîka dikrin li hevbikin!

Pûtîn: Em û Amerîka dikrin li hevbikin!

12:49:50

 

Rojava News: Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di derbarê rawestandina têkiliyên xwe û yên Amerîkayê de xemgîniya xwe anî ziman û got "mixabin têkiliyên me rawestiyane. Ez difikirim ku ev ne ji ber xeletiya me ye."

Pûtîn li Rojilata Dûr li herêma Vladivostokê di roja duyem a Forûma Aborî ya Rojilat de axivî û got "aliyê ku pêşiyê bû sedema rawestandina têkiliyên ne em in. Em amade ne ku hevkariya xwe nîşan bidin. Lê ev yek tenê ne girêdayî me ye. Girêdayî rêveberiya siberoj a Amerîkayê ye ku dixwaze têkiliyeke çawa bi Rûsyayê re deyne."

Pûtîn dest nîşan kir ku Moskova ji bo hevkariyê her tim amade ye lê divê Washington ji bo berjewendiyên wan rêzê bigire û got "Hevalkarên me ger ku bi mantiqek cuda bifikirin, wê têkiliyên me jî bi awayekî girîng biguherin."