Rûsya û Amerîlayê li ser Sûrî lihevkirin!

Rûsya û Amerîlayê li ser Sûrî lihevkirin!

21:55:15

 

Rojava news: Piştî 5 sal û nîvan, ji xwînrijî, wêranî û koçberiyê, Rûsya nîşanan li ser rêkeftinekê derbarê bidawîkirina krîza Sûriyê dide.

Di nûtirîn pêşhate de, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku tê pêşbînîkirin, derbarê rewşa Sûriyê, welatê wî û Amerîka, di demeke nêzîk de, bigihêjin rêkeftinekê.

Pûtîn got: “Hin bi hin pêşveçûn ber bi arasteya rast ve dibe û ne dûr e ku rêkeftinek derbarê vê yekê were ragihandin.”

Herwiha Pûtîn ragihand: “Em li ser wê yekê rijd in, ku cudabûn di navbera mûxalefeta nerm û grûpên radîkal û tundrew de bibe.”

Ji aliyekê din ve, bi mebesta ragihandina agirbesteke nû li Sûriyê û şerê li dijî DAIŞ û  grûpên tundrew, berpirsên Amerîkî û Rûsî, ji 15yê Tîrmeha borî ve,  li Cenêvê danûstandinan dikin.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên Amerîkî û Rûsî hatine wergirtin, di danûstandinên herdu aliyan de, kesên pispor û şareza nexşeyên taybet amade dikin.

Bi gotina van çavkaniyan, di wan nexşeyan de, navçeyên serdestiya her yekê ji hikûmeta Sûriyê û mûxalefeta nerm têne destnîşankirin. Hevdem nexşeyên navçeyên li bin destê grûpên tundrew û terorîst têne destnîşankirin, da ku ev grûp bibine armancên lêdanan.

Heman çavkaniyan eşkere kirin ku yekser ligel bidawîkirina van nexşeyan wê danûstandin di navbera mûxalefeta nerm û hikûmeta Sûriyê de destpê bikin.